Panela Diyarbekirê ya Navneteweyî destpê dike
K24 – Diyarbekir
Panela Navneteweyî ya Diyarbekirê bi hevkariya zanîngeha Dicle û Parêzgariya Diyarbekirê tê lidarxistin.
Panela ku bi hevkariya zanîngeha Dicle û Parêzgariya Diyarbekirê ve tê lidarxistin, dê di navbera 2-5ê Mijdarê de bi konferans û komcivînan 3 roj bidome. Parêzgariya Diyarbekirê jî, rojek beriya destpêkirina sempozyûmê bi çapameniyê re taştê xwar û bersîva pirsan da.
Parêzgarê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, bal kişand ku di rewşên ku pêkhateyên xeter hene de derbas dibin û ew dixwazin aliyên girîng û baş yên Diyarbekirê bikin pênasa Diyarbekirê.
Di sempozyûmê de, ji erdnigariya Diyarbekirê heta dîrok, berhemên dîrokî, şaristanî û kevneşopiyên bajêr dê ji aliyê pisporan ve bên danasindin.