Pirsgirêka posta Parêzgarê Silêmaniyê yekalî bû

Biryar hat dayîn ku Serdar Qadir bo salekê dê wek Parêzgarê Silêmaniyê bi wekalet dest bi kar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar hat dayîn ku Serdar Qadir bo salekê dê wek Parêzgarê Silêmaniyê bi wekalet dest bi kar bike.

Li gor zanyariyên K24ê, bo çareserkirina pirsgirêka posta Parêzgarê Silêmaniyê, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Takebanî û goftûgo ligel Wezîrê Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî biryar da, ku Serdar Qadir wek Parêzgarê Silêmaniyê dest bi kar bike.

Duh, parêzgarê berê Aso Ferîdûn daxwaza moleteke bê mûçe ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, Cîgirê Serokê Hikûmetê jî razemendî li ser pêdana moletê da.

li gor zanyariyan jî Serdar Qadir bo salekê dê wek Parêzgarê Silêmaniyê bi wekalet dest bi kar bike.