Tirkiye ji bo navbeynkariya Îranê dibêje: erê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu, di dema vegera xwe ya ji Qeterê, li ser pirsên rojnamevanan, ku Îran dixwaze bibe navbeynkar ji bo pirsgîrekên Iraq û Tirkiyê erêniya xwe da diyar kir.
Çavuşoglu got, ku ger Iran bixwaze û bikare ji bo çareseriya pirsgîrekan rolekê bilîze, ew wekî Tirkiye bi germî pêşewaziyê li vê hewldanê dikin. Çavuşoglu ji bo vê insiyatifê, herweha spasiyên xwe pêşkeşî Îranê kirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Îbrahîm Rahimpur, di hevdîtinek li gel rojnamevanan de diyar kiribû, ku ger daxwaz ji Tirkiye û Iraqê were, ew amade ne, ji bo çareseriya pirsgîrekan bibin navbeynkar.