Malbata Şehîd dixwaze şehîd li bajarê wî bê definkirin

Nûçeya şehadeta Pêşmergeyê xwebexş Seîd Çurukkaya (Dr. Suleyman) gihîşte gundê wî yê Bakurê Kurdistanê Çilkanîyê ku girêdayî Çewlikê ye. Malbata Seîd Çurukkaya ji aliyekî ve di nava xemginiyeke girande ye û ji aliyekî ve jî ji ber qehremaniya wî jî serbilind in. Birayê Seîd Çurukkaya, Sadik Çurukkaya amaje dike ku ew dê her dem bi xebat û jiyana birayê xwe serbilind be.
kurdistan24.net

K24 – Çilkanî   

Birayê Seîd Çurukkaya Sadik Çurukkaya ji K24ê re axivî û got: "Dema ku doktor çû Başûrê Kurdistanê, armanceke wî hebû ku axa xwe biparêze. Doktor digot ku niha axa me di bin êrîşê de ye û pêwîst e wek welatparêzekî ez jî axa xwe biparêzim.  Doktor ji min re got welatparêzî ew e ku mirov di rojên teng de axa xwe biparêze."

Seîd Çurukkaya li gundê xwe li gel welatparêziya xwe di heman demê de bi kesayetiya xwe ya rengîn jî tê nasîn.

Yek ji neviyên Şêx Seîd, Fuad Muhemmmed jî amaje dike ku Seîd Çurukkaya bi mezinan re mezin bû û bi biçukan re jî biçuk bû û ji K24ê re got: "Doktor, aşiqê rizgariyê bû. Li hember zilmê qet tewîz ne dida. Li hember zaliman qet serî netewand. Di halê xwe de bû. Her dem çi ji destê wî bihata dikir. Her dem li ser qenciyê tevdigerî. Bi her halê xwe ew efsaneyek bû."

Niha malbata Seîd Çurukkaya dixwaze ku Seîd Çurukkaya li gundê xwe were defin kirin. Malbat amaje dike ku pêwîst e dema hatina cenaze ya ji bo Bakûrê Kurdistanê ew rastî astengiya newin.