Li Helebê agirbestek bo 10 demijmêran hat ragehandin

Ji set 9ê sibehê destpêdike û heta set 7ê êvarî bi dawî tê.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Giştî yê Rûsyayê ragihand ku, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agirbesteke 10 demijmêrî li bajarê Helebê hate ragehandin.

 Serokê Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov di daxuyaniyekê de ragehand ku, bi armanca derketina welatiyên sivîl ji bajarê Helebê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana dirêjkirina agirbestekê bo 10 demijmêran li bajarê Helebê ragehand.

Li gor daxuyaniyê agirbest roja Înê set 9ê sibehê destpê dike heta 7ê êvarî bi dawî dibe.

Serokerkanê Giştî yê Rûsyayê da zanîn ku, hikumeta Sûriyê derbarê wê agirbestê hatiye agehdarkirin.

Agirbesta Rûsyayê ku, li bajarê Helebê ragehandî di demekê de tê ku, şerûpevçûn di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên Opozîsyona wî welatî li Rojavayê Helebê bi tûndî berdewam in.