Gogcelê.. Girtina çekdarên DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve

K24 dîmenên nava navçeya Gogcelê ya rojhilatê Mûsilê belav dike û bi dehan welatî alayên spî bilind dikin û kêfxweşiya xwe derdibirin ku ji bin destê DAIŞê rizgar bûne. Herwiha di dîmenan de dibe, ku hejmarek termên çekdarên DAIŞê li erdê ne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

K24 dîmenên nava navçeya Gogcelê ya rojhilatê Mûsilê belav dike û bi dehan welatî alayên spî bilind dikin û kêfxweşiya xwe derdibirin ku ji bin destê DAIŞê rizgar bûne. Herwiha di dîmenan de dibe, ku hejmarek termên çekdarên DAIŞê li erdê ne.

Li gor wêneyan, artêşa Iraqê ew navçe bi temamî kontrol kir û hejmarek ji çekdarên DAIŞê ku xwe di nava malan de veşartibûn, desteser dike.

Piraniya xelkê Gogcelê di dema şer de malên xwe bicih nehêştin, K24ê jî dîmenên wê navçeyê piştî rizgarkirinê belav dike.

Herwiha di dîmenan de diyar dibe, ku hin welatiyên ji bêhtir ji du salan ve hev û du nedîtine û dîtina hev şad dibin.