Dibe Yuksekdag bê girtin!

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê “Yargitay” doza bi 10 meh sizakirina zîndanê ya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag erê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê “Yargitay” doza bi 10 meh sizakirina zîndanê ya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag erê kir.

Yuksekdag ji ber axaftina xwe di merasima veşartina Yasemin Çiftçi de, bi egera ku propagandaya rêxistina terorê kiriye dihate darizandin û ji alî Dadgeha Sizayên Giran a 7em a Edeneyê ve siza li ser hate biryar dan.

Di dadgehê de Yuksekdag diyar kir ku, wê nizanîbûye ku Çiftçi endama rêxistina terorê ye, tenê wekî sosyalistekê beşdarî di merasima veşartinê de kiriye.

Piştî biryara Dadgeha Bilind, li gor parêzeran Yuksekdagê, dibe ku Yuksekdag 7.5 mehan di zîndanê de bimîne.