Tirkiyê rê neda parlementerê HDPê biçe derveyî welat

Polîsên Tirkiyê dest danîn ser pasaporta parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên Tirkiyê dest danîn ser pasaporta parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encû.

Parlementerê HDPê Ferhat Encû îro dixwest ji firokxaneya Atatûrkê ya Stenbolê ber bi Belçîkayê bajarê Brûkselê ve biçe.  Lê di dema kontrolkirina pasaportan de polîsan bi hinceta qedexeya derketina dervayî Tirkiyê li ser Ferhat Encû heye, dest danîn ser pasaporta wî.

Encû jî ji rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” ragihand ku, ji ber ku qedexeya derketina dervayî Tirkiyê li ser wî heye, polîsan li firokxaneyê dest danîne ser pasaporta wî û biryara qedexeyê jî îro hatiye dayîn.

Roja 30 Cotmehê polîsa Tirkiyê rê neda Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag derkeve derveyî Tirkiyê, bi hiceta ku ew piropagindeyê ji rêxistineke terorî re dike.