12 mamosteyên zanîngehê hatine binçavkirin

li Tirkiyê hejmarek zêde mamosteyên zanîngehê bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gulen re heye, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

li Tirkiyê hejmarek zêde mamosteyên zanîngehê bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gulen re heye, hatin binçavkirin.

Operasyona li dijî Tevgera Fetullah Gulen bênavber berdewam dike. Îro di çarçoveya lêpirsînên li dijî Tevgera Fetullah Gulen de polîsan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Li gor zanyariyên destpêkê, heta niha bi tenê ji Zanîngeha Marmara ya Stenbolê 12 mamoste hatine binçavkirin.

Lêpirsîna mamosteyan li Rêvebergeha Ewlekariyê berdewam dike.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ku, di 15ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hatibû kirin, bi sedema endametî û piştgiriya cemaeta Xizmet, bi deh hezaran mamoste û akademisyen ji kar hatine dûrxistin.