Bexdadî desthilata li ser çekdarên xwe ji dest daye

Tê gotin rewşa wî ya tendirûstî jî nebaşe.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê kolonêl John Deryan ragehand ku, ti desthilata berpirsê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir El-Bexdadî li endamên wî nemaye.

Derbarê vê yekê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê kolonêl John Deryan di kongiryeke rojnamevanî de piştî belavbona dengê El-Bexdadî di tomarkirinekê de wiha got:"Di tomarkirina deng de Bexdadî di bêje çekdarên xwe şerê hev nekin, ev yeke wateya wê yekê dide ku, desthelata wî li ser çekdarên wî nemaye."

Deryan da zanîn ku, gotegotin hene dibêjin ku, tendirûstiya wî jî nebaşe, diyarkir ku, eger ew cihê wî nasbikin dê bikujin.

Berî niha Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehandibû ku, hêza berevaniyê li cem çekdarên DAIŞê nemaye û ew gelekî lawazbûne.