Çawîşoglu: Gelek welatên Yekîtiya Ewropa piştevaniya PKK dikin

Çawîşoglu got ku, çi parlementer çi şaredar de, eger rêz li yasayê re negrin dê wiha derkevin pêşberî dadgehê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu, ragehand ku, piraniya welatên Ewropa piştgiriya PKK dikin û mafê wan nîne ku dersa demokrasî û serdestiya hiqûqê bidin wan.

Derbarê vê yekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Îzmîrê bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku, piştî rakirina parêzbendî diviya bû parlamenterên HDP îfadeya xwe bidin, lê neçûne û jiber vê hatine binçavkirin.

Derbarê helwesta Ewropayê de jî Çawîşoglu got ku, hin dixwazin dersa serdestiya hiqûqe bidin Tirkiyê, lê ji tu welatê bangek bo çekberdana PKK nebîhistiye.

Herwiha diyar kir ku,  Gelek welatên Yekîtiya Ewropa piştevaniya PKK dikin.

Çawîşoglu gotku, çi parlementer çi şaredar de, eger rêz li hiqûqê negrin dê wiha derkevin pêşberî dadgehê.