Hevseroka PYD: Tirkiyê derbeyeke siyasî û leşkerî li proseya aştiyê dide
K24-Navenda Nûçeyan
Hevseroka partiya yekîtiya demokratîk(PYD) Asiya Ebdûla ragehand ku, tiştê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rû dide destpêka derbeyeke siyasî û leşkerî ye dijî piroseya çareseriyê.
Derbarê girtina Hevserok û Perlementerên HDPê Hevseroka partiya yekîtiya demokratik(PYD) Asiya Ebdûla taybet bo K24ê wiha got:Tişta li Tirkiyê diqewime kudetayeke siyasî û Leşkerî ye, divê hemû hêz li himebrî wê derkevin.
Abdûla da zanîn ku, Destêwerdana artêşa Tirkiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê de armanc jê ew têkbirina pirojeyên gelê kurd e, lewma pêwiste kurd xebateke hevbeş bo parastina berjewendiyên Kurdistanî bikin.
Hevseroka PYD ê amaje bi wê yekê kir ku, divê civaka navdewletî ji bilî şermezarkirinê helwesteke zelal û rast beramberî êrîşên hikûmeta AKP ê bigre.
Berî niha Hevserokê PYDê Salih Mislim jî ragehandibû ku, girtina Hevserok û Perlementerên HDP di çarçoveya cenosida Kudan de ye.