Li Şirnexê teqîn: Gelek zarok bûn qurbanî

Li Şirnexê bombeyeke çandî teqiya, 2 zarokan canên xwe ji dest dan û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şirnexê bombeyeke çandî teqiya, 2 zarokan canên xwe ji dest dan û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyeke ku ji alî Walîtiya Şirnexê ve hate ragihandin de, tê diyarkirin, ku di encama teqîneke mezin li navenda Şirnexê kolana Gundogdu de 2 zarokan canên xwe ji dest dane û 4 zarokên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, di cîhê bûyerê de hatiye tesbitkirin, ku mayineke çandî di nav zarokan de teqîya ye.

Walitiya Şirnexê PKK wekî tewanbarê vê bûyerê binav dike. 4 zarokên birîndar, di Nexweşxaneya Şirnexê de tên dermankirin.