Minbic.. Dibistan jî bûbûn zîndan

K24 – Minbic Dema ku çekdarên DAIŞê destên xwe danîn ser bajarê Menbicê, avahî û dibistanên rêjîma Sûriyê bi tevahî kirin navendên leşkerî û ewlehiyê. Weke vê dibistanê, ku ew kiribûn dadgeheke şerîye û zîndan û tê de kesên tometbar dihatin îşkence û dadgehkirin.
kurdistan24.net

K24 – Minbic
Dema ku çekdarên DAIŞê destên xwe danîn ser bajarê Menbicê, avahî û dibistanên rêjîma Sûriyê bi tevahî kirin navendên leşkerî û ewlehiyê. Weke vê dibistanê, ku ew kiribûn dadgeheke şerîye û zîndan û tê de kesên tometbar dihatin îşkence û dadgehkirin.

Li jêr vê dibistanê DAIŞê 19 jûr ji bo zindankirinê ava kirin, ku 10 ji wan girtîgehên takekesî bûn û tevahiya girtiyan ji mêr û jinan ji bo dadkirinê li vir dihatin biçavkirin. Gelek girtiyan navên xwe li ser dîwaran xêz kiriye, da ku nameyekê bigihînin merivên xwe ku ew li vir bûn.  

Ligel vê zindanê DAIŞê gelek girtîgehên hevawe li bajarê Menbicê ava kiribûn, ku bi sedan girtî li xwe digirtin.

Di 15 tebaxa borî de hêza Encûmana Leşkerî ya Menbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekdarên DAIŞê ji bajêr derxistin. Di encamê girtiyên li cem DAIŞê de ku bi dahan Kurd jî di nav wan de hebûn, ber bi zindanên Cerablus û Babê ve hatin veguhestin.