Li Mûsilê 5 berpirsên DAIŞê bi milyonan pere birin û revîn

Dîyardeya revîna berpirsên DAIŞê zêde bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Pênc berpirsên DAIŞ li bajarê Mûsilê bi milyonan dolar ji dezgeha bi navê dîwana darayî ya wê rêxistinê ragirin û bo ciheke ne diyar reviyan.

Derbarê vê ywkê Malpera RT li ser zarê jêderekî nav Mûsilê ragehand ku, , berpirsê diwana darayî yê DAIŞê Ebo El-Bera Qehtanî ligel 4 kesên din bi milyonan dolar birin û revîne derveyî Mûsilê.

Ji aliyê xwe rêxistina DAIŞ fermana geranê bi dû wan pênc kesan daye,Herwiha ji çekdarên xwe re gotiye eger we ew kes dîtin wan bikujin.

Di vê dawiyê de û piştî destpêkirina Operasyona Mûsilê û ji dest xistina navçe û baregehên xwe ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, diyardeya revîna berpirsê DAIŞê zêde bûye.