Firokeyên Tirkiyê baregehên PKKê li Başûr bombebaran dike

Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, berî bîstekê Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê li binarên çiyayê Xwekurk û geliyê Reş û Geliyê Kewerte li devera biradost bombebaran kirin.

Peyamnêrê me da zanîn ku, bombebarankirina firokeyan heta niha li navçeyên Bîsnok, Xwekurk, gelê Reş, Mixar, Robî, Sinîn, Bîrkim, Malemala û Lolan berdewam e.