Bi vîdyo..Şerê li taxa Intîsar a Mûsilê bibîne

Taxa Intîsar dikeve rojhelatê bajarê Mûsilê.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Peyamnên K24ê li mihwerê şer Soran Kameran ragehand ku, şerûpevçûn li taxa Intîsar ku, dikeve rojhelatî Mûsilê berdewam e, Artêşa Iraqê jî bi çekên giran mulge û baregehên çekarên DAIŞê topbaran dike, li gor berpirsên Leşkerî jî îro, ew dê hejmara ziyanên DAIŞê li wê taxê aşkere bikin.

Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn ku, eve çar rojin şerûpevçûn li vê taxê berdewamin û zêdeyî 50 ji sedî ew tax di destê Artêşa Iraqê de ye.

 

Taxa Intîsar dikeve rojhelatê bajarê Mûsilê, bûye çend rojin Hêzên Iraqê êrîşan dibe ser navend û baregehên DAIŞê li wê taxê destpêkiriye û beşek ji wê kontirolkiriye.