Biryara girtina Zarok TV hat rawestandin

Birêvebira Giştî ya “Zarok TV” Dilek Demiral ragihand, ku biryara girtina Zarok TV a di 26ê Îlon a îsal de hatibû girtin, hate rawestandin. Biryara ji nû ve destpêkirina weşana Zarok TV jî gihiştiye destê wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebira Giştî ya “Zarok TV” Dilek Demiral ragihand, ku biryara girtina Zarok TV a di 26ê Îlon a îsal de hatibû girtin, hate rawestandin. Biryara ji nû ve destpêkirina weşana Zarok TV jî gihiştiye destê wan.

Demiral herweha diyarkir, ku: “Em hêvîdar in vê hefteyê dest bi weşana xwe bikin. Ji destpêkê ve me da zanîn, ku girtina Zarok TV biryarek ne rast e û divê ji vê xeletiyê bê vegerandin. Di encam de, ji vê biryara xelet bi paş ve gav hate avêtin. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû aliyên, ku piştgiriya me kirin.”

Cîhê gotinê ye ku di bernameya “Basî Roj” a K24 de, rewşa biryara girtina Zarok TV hatibû rojevê û Koordinatorê AK Partî yê Herêmê Ziver Ozcelik ragihandibû, ku: “biryara rawestandina weşana Zarok TV biryarek ne rast e.”