Li Şirnexê leşkerek hate kuştin

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê di encama pevçûnekê de, leşkerekî Tirk hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê leşkerekî Tirk hate kuştin.

Duh danê êvarê li bajarê Şirnexê, hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî leşkerên Tirkiyê kirin û pevçûnek dijwar derket. Di destpêka pevçûnê de leşkerek bi giranî birîndar bû.

Leşkerê birîndar dema ji bo dernmankirinê li nexweşxaneyê hate rakirin canê xwe ji dest da.

Hat zanîn li Şirnexê operasyonên leşkerî berdewam dike.

Tê zanîn ku, Parêzgeriya Şirnexê ji 1 Mijdarê ve di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de 22 gundên çiyayê Kupeliyê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandin.