Li 3 gundên Çelê qedexe hat rakirin

Qedexeya derketina derva ya li ser 3 gundên navçeya Çêlê hate rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derva ya li ser 3 gundên navçeya Çêlê hate rakirin.

Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan qedexeya li ser gûndewarên Tiyar, Heşet û Gûzreşê ji duh ve hatiye rakirin.

Li gundewarên Tiyar, Heşet û Gûzreşê di 3ê Cotmehê de qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û li dijî PKKê operasyonên dijwar dihatin birêvebirin.