Şêwirmendên rojavayî destekê didin HSDê

Şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî, Fransî û Almanî bo beşdariya di operesyona Reqayê û alîkariya Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) de li Kobanê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî, Fransî û Almanî bo beşdariya di operesyona Reqayê û alîkariya Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) de li Kobanê ne.

Rojnameya “Şerq El-Ewset” belav kir, 50 şêwirmendên Amerîkî, 20 şêwirmendên Feransî û hejmarek jî yên Almanî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bicih bûne.

Erkê wan şêwirmendên biyanî, şêwir û alîkariyê bidin HSDê di operesyona kontrolkirina Reqayê de.

Herwiha HSDê aşkere kir jî, ku biryar e firokeyên şer yên brîtanî jî digel firokeyên Amerîkî û Fransî de bi êrîşên asmanî piştevaniya wan di şer û pevçûnan de bikin.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, di roja 6 Mijdarê de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyonê de bikin.

Peyamnêrê K24ê li Bakurê Reqayê duh ragihand, ji destpêka operesyona “Hêrsa Ferêt” ve şervanên HSDê 11 gund ji destê DAIŞê kontrol kirine û berve bajarokê Til El-Semen ya stratîjîk ve di pêşveçûnê de ne.