Şehîd Dr. Suleyman bi axa Kurdistanê hat spartin

Fermandarê Hêza Agirî yên Pêşmergeyên Kurdistanê, îro bi beşdariya di dehezaran li gundê xwe Çilkanî bi axa Kurdistanê hat spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêza Agirî yên Pêşmergeyên Kurdistanê, îro bi beşdariya di dehezaran li gundê xwe Çilkanî bi axa Kurdistanê hat spartin.

Di merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Sait Çurukkaya de, nûnerên Hêzên Pêşmerge, Partiya Demokrat a Kurdistanê, herweha nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl-civatî, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û bi dehezarên welatiyên Bakurê Kurdistanê beşdar bûn.

Merasîma oxirkirina Dr. Sait Çurukkaya bi hezarên alayên Kurdistanê lidar ket. Herçend ku rewşa ewlehiya deverê ne di aramiyê de ye jî, Bakurê Kurdistanê xwedîderketinek berz ji bo şehîdê xwe diyar kir.

Pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mîn û teqemeniyan Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman), ku di encama teqîna bombeka DAIŞê de birîndar bibû, roja 30 Cotmehê li nexweşxaneyeke Almanya de şehîd bû.