Infografî.. Jiyana Dr. Sait Çurukkaya

Cenazeya Dr. Saîd Çurukkaya gihişt Hewlêrê û dê piştî rewresmeke leşkerî bi armanca veşartinê, ber bi Bakurê Kurdistanê gundê wî Çilkaniyê were oxirkirin. Dema mirov jiyannameya şehîd dinêhere dibîne ku, piraniya temenê xwe bi şerê dijminên Kurdistanê re derbas kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cenazeya Dr. Saîd Çurukkaya gihişt Hewlêrê û dê piştî rewresmeke leşkerî bi armanca veşartinê, ber bi Bakurê Kurdistanê gundê wî Çilkaniyê were oxirkirin. Dema mirov jiyannameya şehîd dinêhere dibîne ku, piraniya temenê xwe bi şerê dijminên Kurdistanê re derbas kiriye.

Dr. Saîd Çurukkaya di sala 1968an de li bajarê Çêwlikê gundê Çilkaniyê ji dayik bû û zarokê malbateke hejar bû. Çilkanî yek ji wan gundên Bakurê Kurdistanê ye, ku bûye çavkaniya pêşengên siyasî û rewşenbîrî.

Şehîd Çurukkaya di sala 1988an de dema ezmûnên bidestxistina zanîngehan pêk hat, bû xwendevanê herî serkeftî yê Bakurê Kurdistanê û Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Bijîşkiyê Qezenç Kir.

Di sala 1989an de beşdarî PKKê bû û çû Bekaya Libnanê. Li wir perwerdehiya siyasî û leşkerî dît.

Di sala 1990an de vegeriya Tirkiyeyê û Li Edene û Mêrsînê şerê bajaran kir. Wê demê rojnameyên Tirkiyeyê wiha dinivîsandin. PKK him ji bejahî, him ji deryayî û him jî ji hewayê ve Tirkiyeyê xist. Lewra Dr. Çurukkaya bi biksiyekê êrîşê firokxaneya Edeneyê dike û 28 gule li firokeyekê direşîne. Lê dîsa jî firoke nediket erdê.

Di sala 1991an de dev ji zanîngehê berda û berê xwe da Çiyayên Diyarbekirê. 1993an de bû fermandarê eyaleta Çêwlik û Erziromê, di sala 1995an de jî bû herêma Xerzan û Diyarbekirê. Çurukkaya wê demê operasyonên gelek dijwar ên Arteşa Tirkiyeyê şikand û serkeftinên mezin bidest xist. Li gor gotina birayê wî Selîm Çurukkaya, Şoreşgerê Kûbayê Che Guvera cem Dr. Çurukkaya wekî wêneyek dimîne. Lewra di dîroka Kûbayê de operasyonên wisa dijwar pêk nehatibûn.

Saîd Çurukkaya di sala 1996an de çû Şamê li em Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî.

Di sala 1996an de vegeriya Bakurê Kurdistanê û dîsa bi Arteşa Tirkiyeyê ket nav şerekî mezin. Piştî 2 salan derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Dema dîrok sala 1999an nîşan dida PKK kongireya xwe ya 6mîn lidar dixist. Wê demê hin alî xwestin wî tasfiye bikin û piştre Dr. Çurukkaya hate zindankirin. Lêbelê ji ber ku fermandarekî serkeftî bû û ji aliyê gerîlayan ve dihat hezkirin li ser fermana Ocalanî hate berdan.

Piştî ku Ocalan hate girtin, PKKê di sala 2000an de kongireya xwe 7emîn lidar dixist. Çurukkaya di wê kongireyê de beramberî PKKê nerazîbûn nîşan da û got: “Ez ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê şer nakim. Ger şer bikim dê ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe şer bikim. Ger bimirim jî dê ji bo Kurdistana serbixwe bimirim.”

Dr piştî vê daxuyaniya xwe, dev j PKKê berda û digel 30 fermandarên PKKê Rêxistina "Însiyatîfa Azadî" Ava Kir. Lêbelê emrê wê rêxistinê jî zêde berdewam nekir û di sala 2002an de çû Almanyayê.

Wekî xortaniya xwe zîrek bû û di demek gelek kin de fêrî Almanî û Ingilizî bû. Piştî perwedehiya 4 salan a beşa zanistên civakî li Zanîngeha Hambûrgê 2 salan Şewirmendiya Civakî kir. Li Almanayayê herwiha 2 kargehên wî hebûn.

Dema DAÎŞ êrîşê Kurdistanê kir û wî got: “Ez nikarim wekî welatparêzekî li mala xwe rûnim û divê welatê xwe biparêzim.” Ji ber vê di sala 2014an de hate Herêma Kurdistanê wekî pêşmergeyekî xwebexş şerê DAÎŞê kir. Dr. Çurukkaya digot DAIŞ şerê xwe li ser bombeyan saz dike û ji bo pûçkirina bombeyan pêwîstiya Kurdan bi pisporekî hebû. Lewra ev pirsgirêk bûye sedema herî mezin a hatina wî ya li Herêma Kurdistanê. Dr. Çurukkaya wekî xortaniya xwe li eniya Naweran, Tilesqof û Başîkayê li dijî DAIŞê şerekî qehremane kir. Di 25ê Cotmehê de jî li gundê Tîsxiraba Mezin ya Başîkayê dema pûçkirina bombeyan de piştî ku bi giranî birîndar bû, şehîd bû.