Mesûm pîrozbahiya serkeftinê li Trump kir

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê nû yê Amerîka Donald Trump birê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê nû yê Amerîka Donald Trump birê kir.

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm, di telegrafekê de bi helkeftina helbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê pîrozbahî li Trump kir û hêvî xwest ku, têkiliyên di navbera Iraq û Amerîkayê de di hemû waran de bigehe asta herî bilind.

Berya Mesûm jî, heryek ji Cîgrê Serokomar Eyad Alawî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî, pîrozbahiyên serkeftinê li Donalld Trump kiribûn.

Berbijêrê Komariyan bo Serokatiya Amerîkayê Donald Trump di hilbijartinên serokatiyê de karî piraniya dengan bi dest bixe û bibe serokê nû yê wî welatî.