Erdogan: Amerîka kete konaxeke nû
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan Serokê nû yê Amerîkayê Trumpî pîroz nekir, lê hêviya xêrê ji encamên hilbijartinan kir.
Erdogan îro li Stenbolê axivî û bal kişand ser encamên hilbijartinên Amerîkayê. Erdogan diyar kir ku, Amerîka hilbijartineke din derbas kir û demokratan piştî du heyaman desthilatdarî dan destê Komariyan. Bi vê hilbijartinê, Amerîka kete konaxeke nû.
Erdogan got ku, ew hêvî dike encamên hilbijartina Amerîkayê ji bo demokrasî û azadiya cîhanê û bûyerên li Rojhilata Navîn riya xêrê veke û serkeftinan bi xwe re bîne.
Berbijêrê Komariyan bo Serokatiya Amerîkayê Donald Trump di hilbijartinên serokatiyê de karî piraniya dengan bi dest bixe û bibe serokê nû yê wî welatî.