Li 22 gundên Dêrsimê qedexeya hate ragihandin
K24 – Naveda Nûçeyan
Li 22 gundên navçeya Pilûrê ya bajarê Dêrsimê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parêzgeriya Dêrsimê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 22 gûndewarên navçeya Pilûrê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Qedexe îşev seet 18:00an de destpê kir û dê heta fermanekî nû berdewam bike.
Parêzgeriya herwiha da zanîn ku, riya Dêrsim û Pilûrê ji bo ewlekariya can û male welatiyan ji vegûhestinê re hatiye girtin.