HSD ji bajarokê Hîşayê nêzîk bûye

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ji mihwerê Eyn Îsa û Silûk ber bi aliyê bajarokê Hîşa ve li bakurê Reqayê bipêş dikevin. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewlatî bargehên DAIŞê bombebaran dikin û niha şervanên HSDê hewl didin ku bajarokê Hîşa kontrol bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Bakurê Reqa

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ji mihwerê Eyn Îsa û Silûk ber bi aliyê bajarokê Hîşa ve li bakurê Reqayê bipêş dikevin. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewlatî bargehên DAIŞê bombebaran dikin û niha şervanên HSDê hewl didin ku bajarokê Hîşa kontrol bikin.

Fermandara operasyona Reqayê Rojda felat ji K24ê re axivî û got: “Ji duh ve me gelek gund kontrol kirine. Sirûşta vê deverê beyaban e û gund jî wek baxçeyan e, dikarim bibêjim heta niha me 8 baxçe jî bidest xistine. Herwiha me dest danaye li ser gelek çebexane, çek û alavên DAIŞê.”

HSD, ku Yekîneya Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, roja 6 Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyona reqayê de bike.