Amerîka: 64 sivîl li Sûriye û Iraqê hatine kuştin

Amerîka dibêje, 64 sivîl di encama êrîşên wan li ser bargehên DAIŞê li Sûriye û Iraqê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka dibêje, 64 sivîl  di encama êrîşên wan li ser bargehên DAIŞê li Sûriye û Iraqê de hatine kuştin.

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşên wan yên asmanî li ser bargehên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê ji 20ê Mijdara sala 2015an û heta 10ê meha Îlona sala 2016an ve 64 kesên sivîl hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Berdevkê Fermandariya Navenda Amerîkayê Konolonêl John Tomas di heman daxuyaniyê de diyar kir, tevî standina hemû detbîran derbarê êrîşan de û pabendbûna wan bi yasayên şer, lê mixabin hejmarek ji sivîlan bûne qurbanî.

Ji aliyê xwe ve fermandarekî din di Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka hefteya borî ragihand, li gor texmîna Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di 2 salan de 119 welatiyên sivîl di êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî de hatine kuştin.

Rêxistina EMNISTY di meha borî de di raportekê de ragihand, di 2 salan de, 300 welatiyên sivîl di 11 êrîşên asmanî yê Hevpeymaniya Navdewletî de hatine kuştin.

Li gor amarên leşkerî yên Amerîkayê, 12 hezar û 356 êrîşên asmanî li dijî pêgehên DAIŞê encam dane, 6 hezar 992 li Iraq, 5 hezar û 362 jî li Sûriyê.

Herwiha derçûna şerê li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê 93 milyar Dolar ji aliyê Amerîka ve derçûye.