Bexdadî cîgirekî ji xwe re datîne

Ebû Bekir Bexdadî ji tirsa ku bê kuştin, cîgirekî ji xwe re diyar dike, da ku piştî mirina wî cihê wî bigire û serokatiya DAIŞê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ebû Bekir El-Bexdadî ji tirsa ku bê kuştin, cîgirekî ji xwe re diyar dike, da ku piştî mirina wî cihê wî bigire û serokatiya DAIŞê bike.

Li gor nûçeyên li tûra ragihandinên DAIŞê belav bûne, Bexdadî yekem cîgirê xwe destnîşan kiriye, da ku piştî mirina wî cihê wî bigire û Bexdadî bibe rêberê çekdarên DAIŞê.

Ji ber ku serpêçî di nava wî girûpê de rû nede, nasnameya rêberê dahatû ya DAIŞê nehat aşkerekirin.

Li gor hin jêderan, hîn rê bi berpersên bilind nehatiye dayîn ku pirsa cîgirtina Bexdadî gotûbêj bikin.

Belavbûna nûçeya diyarkirina rêberê bê yê DAIŞê, hevdem bi tundbûna bazneya dorpêçê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê li Mûsilê re ye, ku wek keleha DAIŞê li Iraqê tê hejmartin.

Ji sal û nîvekê ye, 10 caran nûçeya kuştin yan birîndarbûna Bexdadî hatibû belavkirin. Amerîka jî 10 milyon Dolar jib o kuştin yan girtina Bexdadî diyar kiriye.

Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 17 Cotmehê dest bi operesyona rizgarkirina Mûsilê kirine, heta destpêka hefteya çaremîn ya operesyonê, artêşa Iraqê 7 taxên Mûsilê kontrol kirine.