Mesrûr Barzanî: Nabe rola grûpên çekdar yên ne fermî hebe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî derbarê operesyona rizgarkirina Mûsilê de ragihand, nabe rola grûpên çekdar yên derveyî dezgehên fermî yên leşkerî yên Iraqê di qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê de hebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî îro di çarçoveya hevdîtinekê bi Fermandarê Hêza Hevbeş ya şerê li dijî DAIŞê Ceneral Stephen Townsend de tekezî li dabînkirina alîkarî û pêwîstiyên leşkerî yên zêdetir bo hêza Pêşmerge kir.

Di wê hevdîtinê de, şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pêşhatên leşkerî li navçeyê hatin nirxandin û behsa pêşveçûn û bandora hevpeymaniya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hate kirin.

Derbarê wê operasyonê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku nabe girûpên çekdarî yên derveyî dezgehên fermî rolekê di operasyona Mûsilê û qonaxa piştî wê de bikin. Herwiha da zanîn ku pêwîst e alîkariyên leşkerî yên zêdetir pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bên kirin.