Nêrîneke Trump ya cuda derbarê Sûriyê de heye

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî ragihand, dibe ku welatî wî nema piştevaniya çekdarên opozîsyona Sûriyê bike, ji ber ku ew nizane ka ew çi kes in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî ragihand, dibe ku welatî wî nema piştevaniya çekdarên opozîsyona Sûriyê bike, ji ber ku ew nizane ka ew çi kes in.

Di hevdîtnekê ligel rojnameya “Wall Street” de Serokê Amerîka yê hilbijartî Donald Tramp ragihand, ku nêrîneke wî ya cuda heye derbarê rewşa li Sûriyê de, ew niha li Sûriye şerê DAIŞ dike û dixwazin dawî li DAIŞê bînin.

Trump got jî, Rûsya hevpeymaneke xwedî bawer e digel Sûriyê de,  ew wek Amerîka piştevaniya opozîsyona Sûriyê dikin, lê ew nizanin ka ew çi kes in.

Trump amaje kir, heger Amerîka şerê Esed bike, wê demê dê milmilane di navbera Rûsya û Amerîkayê de rû bide.