Gemiya firokehilgir a Rûsî gihêşt berava Sûriyê

Gemiya firokehilgir a leşkerî ya Rûsî Admiral Kuznetsov gihêşt berava Sûriyê, hat ragihandin jî, ku ji wê gemiyê rojane firoke li asmana Sûriyê difirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gemiya firokehilgir a leşkerî ya Rûsî Admiral Kuznetsov gihêşt berava Sûriyê, hat ragihandin jî, ku ji wê gemiyê rojane firoke li asmana Sûriyê  difirin.

Fermandarê gemiya firokehilgir a Rûsî Admiral Kuznetsov Sergey Artamonov ji kenala “Rûsya Îro” re ragihand, ew gemî di derya Spî de gihêştiye berava Sûriyê û bi erkê xwe radibe.

Artamonov diyar kir ku, rojane firokeyên şer ji wê gemiyê bi hevkarî bi bendera Sûriyê re li asmana wî welatî difirin.

Rûsya li nêzîka bajarê Laziqiyeyê navenda leşkerî Himêmîm bikar tîne, firokeyên wê jî ji 30 Îlona 2015an ve, bi hezaran êrîşên asmanî bo piştevaniya rêjîma Esed, li Sûriyê kirine.

Gihêştina vê gemiyê di demekê de ye ku, derbarê krîza Sûriyê de, aloziyek di pêwendiyên Rûsî û Amerîka de çê bûne.