Ermeniyan li dijî Tirkiyê xwepêşandan kirin

Ermenî ev sed sal in Dewleta Tirkiyeyê bi Jensosîda Ermeniyan tohmetbar dikin û heta niha gelek çalakî û xwenîşandanên şermezarkirinê li dijî dewleta Tirkiyeyê bi rê ve birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ermenî ev sed sal in Dewleta Tirkiyeyê bi Jensosîda Ermeniyan tohmetbar dikin û heta niha gelek çalakî û xwenîşandanên şermezarkirinê li dijî dewleta Tirkiyeyê bi rê ve birin.

Xwenîşandanên herî dawî jî li Amerîkayê pêk hatin. Li Zanîngehên Amerîkayê yên wekî Nortrîç û Çepmanê ciwanên Ermenî nerazîbûnek tund li hemberî xebatên bîranîna 10ê Mijdarê Salvegera Mirina Damezirînerê Dewleta Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atataûrk nîşan dan.

Xwenîşandana yekemîn li Zanîngeha Nortrîçê pêk hat. Mamosteyê Zanîngehê Prof. Dr. George W. Gawrych di çarçoveya xebatên bîranîna Atatûrkî de xwest ko derseka bi navê ``Hûnera Serokatiyê``  pêşkêş bike. Lêbelê xwendevanên wî pişta xwe zivirîn dersê û bi dirûşmên wekî Tirkiye Sûncdarê jenosîda Ermeniyan e bilind kirin.

Piştî nerazîbûna xwendevanan polîs bi ser dersê de girtin û mamoste jî neçar ma ko dersê bidawî bîne.

Xwenîşandana duyemîn jî li Zanîngeha Çepmanê pêk hat. Li Zanîngeha Çepmanê Kemalîst ango alîgirên Atatûrk dema semînera bîranînê lidardixistin ciwanên ermenî bi ser wê semînerê de girtin û nehiştin ku Atatûrk were bibîr anîn. Ciwanên Ermenî di wê xwenîşandanê de jî Dewleta Tirkiyeyê û Atatûrkî bi jenosîda Ermaniyan sûncdar kirin û çalakiyek xurt birêve birin. Lêbelê beşdarên semînerê ku Tirk in bi sixêf û dijûnan êrîşê xwenîşandaran kirin.

Ciwanên Ermenî li ser çalakiya xwe bibiryar bûn û rê nedan ko Tirk serokê xwe bibîrbînin û jûreya bîranînê dan vala kirin. Piştre Federasyona Ciwanên Ermenî belavokên behsa jenosîdên ku ji aliyê Tirkan ve li hemberî Kurd û Ermeniyan hatine kirin danîn ser kursiyên vala, banga hevkariya Kurd û Ermeniyan kirin.

Tirkan di sala 1915an de li hemberî Ermeniyan jênosîd pêk anîn û nêzikê 2 milyon Ermenî kuştin. Yên ku xwe xilas kirin jî, dev ji mal û cihên xwe berdan û koçber bûn.