Erdogan:Cezayê darvekirinê di rojeva hikumetê de ye

Da zanîn ku, welatên Rojava nikarin di vê derbarê de biryarê bidin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand ku, mijara darvekirinê di rojeva hikûmetê de ye û ti kes nikare vê biryarê bide.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî merasîma veşartina cenazeyê qeyûmê şaredariya Dêrikê ku ji aliyê YPSê ve hatibû kuştin bû.

Erdogan di merasîmê de bal kişand ser cezayê darvekirinê û wiha got: "Mijara darvekirinê di rojeva hikûmetê de ye.

Da zanîn ku, eger ev biryar li parlamentoyê hat dayîn, ewê weke serokomar vê biryarê erê bikim. welatên Rojava nikarin di vê derbarê de biryarê bidin."