Li Dêrsimê kurek li bavê xwe yê wendayî digere

Rayedarên komeleya Mafê Mirovan jî bang ji gerîlayên PKKê dikin ku demek nêz de derbarê Mehdîn Kayalîalp de agahiyekê bidin raya giştî.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Dêrsimê welatiyê bi navê Mehdîn Kayaalp biîdîaya ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve rêya wî hatiye birrîn û wesayîta wî hatiye şewitandin, ev nêzî 2 mehan e tu agahî jê nehatine wergirtin. Kurên Kaya lîalp bang li rayedarên PKKê dikin ku derbarê babê wan de agahiyekê bidin wan.

Li navçeya Xozata ser bi bajarê Dêrsimê 2 meh berî niha Mehdîn Kaya lîalp ji bobirîn û komkirina daran dema ku bi wesayîta xwe di çe Qereqola Yenîbaşê cem hevalê xwe riya wî ji aliyê çekdarên PKKê ve tê birrîn û wesayîta wî têşewitandin .

Di encama lêkolîna hêzên asayîşê de di wesatîya Kaya lîalp de termekî şewitî tê dîtîn lê belê ew term ne yê Kaya lîalp bû. Li ser vê yekê kurên Mehdîn Kaya lîalp bi hevkariy aKomeleya Mafê Mirovan ya şaxa Dêrsimê bang li rayedarên PKKê kirin ku derbarê bavê wan de agahiyekê bidin wan ka gelo bavê wan sax e an na?

Îhsan Kaya lîalp - Kurê Mehdîn Kayalîal wiha got:

"Hêj wesayîta bavê min negihîştiye qereqolê hatiye şewitandin.  Di wesayîtê de kesek canê xwe ji dest dide. Bavê min û kesekî din ev 61 roj in derbarê wan de me ti agahî hilnegirtiye. Ger bevê min sax be bila bidin me ger bavê min canê xwe ji dest dabe jî bila cenazeye wî bidin me da ku goreke wî hebe."

Malbata Mehdîn Kayalîalp her roj diçin qereqolê ji bo ku lêgerînekê bidin destpêkirin ser lêdanê dikin lê belê rayedarên qereqolê bi îdîdaya ku herêm hemû wek deverên ewlehiyê hatine ragihandin nikarin lêgerînê bidin destpêkirin. Kurê Mehdîn, Cengîz Kayalîalpjî bang li rayedarên hikûmetê dike ku derbarê vê rûdanê de lêkolîneke berfireh bêdestpêkirin.

Kurê Mehdîn Kayalîalp CengîzKayalîalp wiha got:

"Ez bang li rayedaran dikim, bila alîkariya me bikin. Bila ev rûdan bi her awayî bê lêkolînkirin. Êdî em naxwazin ku ne leşker û gerîla ne jî polîs bimrin. Em aştiyê dixwazin û bilaêdî ev êş neyên jiyandin."

Rayedarên komeleya Mafê Mirovan jî bang ji gerîlayên PKKê  dikin ku demek nêz de derbarê Mehdîn Kayalîalp de agahiyekê bidin raya giştî. Herwiha derbarê vê yekê de heta niha ji aliyê PKKê ve tu agahî ne hatine belav kirin.