Têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê

Dibe ku, Tirkiye proseya EndambûnaYekîtiya Ewropayê betalbike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku lijneyaYekîtiya Ewropayê derbarê pêşveçûna Tirkiyê de raporta xwe parve kir, ev raport dinavbera Tirkiyê û YekîtiyaEwropayê de bûsedema xwe li hev kişandinê. Endamên CHPê yên Lijneya Li hevkirinê ya Yekîtiya Ewropayê ya Parlementoyê de cih digrin di nava fikaran de ne ku, Tirkiye proseya EndambûnaYekîtiya

Ewropayê betalbike.

Di 19emîn raporta pêşveçûnê ya Yekîtiya Ewropayê de di serî de derbarê mijara azadî û mafên tekane, di mijarên siyasî, polîtîk û jiyana rojane de rexneyên tundliTirkiyêhatin kirin û ji ber vê yekê têkiliyên navbeynaTirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de ber bi têkçûnê ve diçe.

Endamên CHPê yên lijneya li hevkirinê ya Yekîtiya Ewropayê re ve dikin ku, ew raporta ku, ji 109 rûpelan pêktê ne tenê derbarê 15 Tîrmehê de hatiye nivîsandin, mijarên ku, beriya 15 Tîrmehê jî rû dane di wê raportê de cihdigrin.

Endamên CHPê daxwaz dikin ku, Tirkiye demek nêz de li ser babetên gendelî, daneyên şexsî, di gel Europolê di warê operasyonel û edlî de hevkarî û di beşa terorî de danasîna rêgezên gerdûnî hewceye xebat bên destpêkirin.Parlementera CHPê Selîna Dogan rave kir ku desthilatdar ji rayagiştî re van xalane wek xalên nû dide pêşkeşkirin û ji raya giştî re dibêjeYekîtiyaEworpayême dixapîne.

Parlementera CHPê Selîna Dogan wiha got:

"Niha hewla armancên stratejîkyên ku, wek 50î salî li holêye. Ji raya girştî re hêviyeke mezin dane avakirin. Lê belê niha bi temamî ji bo qehîmkirina desthilata xwe û ji bo berjewendiyên xwe vê yekê dikin. Helbet ev kiryar ji bo Tirkiyê jî ji boYekîtiya Ewropayê jî xetereyeke mezin e."

Endamê CHPê yê lijneya li hevkirinê ya Yekîtiya Ewropayê Niyazî Nefî Kara jî rave kir ku, di raportê da beşa ku herî zêde li ber çavan bê girtin beşa derbarê maf û azadiyan de ye.

Parlementerê CHPê Niyazi Nefi Kara wiha axifî:

"Ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku di raportê de di salara borî de ew şerê ku li bakure Kurdistanê rû daye,qedexeyên derketina kolanan û ji ber terikandina cih û waran ya ji neçarî îdîayên ku ji ber wan kêşeyan mafê jiyanê hatiye bin pêkirin zêde ne hatiye lêkolîn kirin."

Parlementerên CHPê amajepê kirin ku, ev 50 sal in ji bo ku, Tirkiye beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe xebattêne kirin, ger hikûmeta AKP dest ji vê stratejiyaTirkıyê berdabe bila di demeke nêz de ji raya giştî derbarê ve yekê de agahdar bike û dibêjin ku hewce ye armanca AKPartiyê ya derbarê vê stratejiye de bê lêkolînkirin.