Sê şehîdên Pêşmerge bi rêwresmekê bo Rojava hatin veguhastin
K24 – Dihok
Çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê yên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.
Duh, otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê hatin, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.
Di rêwresmeke leşkerî de li xala Pêşabûrê, leşkerên Roj û hejmareke xelkê Rojava cenazeya her sê şehîdên Pêşmerge yên Leşkerê Roj Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, bo Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.