Serokê Xweciha Amûdê ya ENKSê hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava Serokê Xweciha Amûdê ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kir.
Serokê Xwecihiyên ENKSê Mihsin Etûf ji K24ê re ragihand, Asayîşa Rojava Serokê Xweciha Amûdê ya ENKSê Ebdilwehab Mihemed (Ebdilwehab kurimî ) di dema beşdariya wî di merasîma cenazeya şehîdê Pêşmerge Sîpan Sîno de binçav kirin.
Etûf amaje bi wê yekê kir ku, Ebdilwehab kurimî ji ber krîza dil nexweş e û bi girtina wî metirsî li ser jiyana wî heye.
Duh, otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê hatin, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.
Îro jî, di rêwresmeke leşkerî de li xala Pêşabûrê, leşkerên Roj û hejmareke xelkê Rojava cenazeya her sê şehîdên Pêşmerge yên Leşkerê Roj Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, bo Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.