Trump 3ê milyon kes ji Amerîkayê derdike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê nû yê Amerîkayê Ronalid Trump ragehand ku, ewê soza xwe bicih bike û dema posta serokatiyê werbigre dê 3ê milyon kes ji wî welatî derbike.
Derbarê vê yekê Serokê Amerîkayê nû Donalid Trump di bernameya 60 xulek a li ser tora CBS wiha got:Emê tawanbaran, bazirganên madeya huşber û kesên ku, doseya wan ya tawanan heye derbikin.
Trump da zanîn ku, ew kes yasayê binpêdikin û hejmara wan kesan 2-3 milyon e .
Yek ji karê sereke yên kampîna hilibjartinê ya Trump ewlehiya sînorê welatê wî ligel Meksîk û derkrina kesên ne rewa di Amerîkayê de dijîn.