Qedexeya derketina derve li Şirnex rabû

Di 14ê Adara borî de hatibû ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ragehand ku, Qedexeya ku, berî 8 mehan li wî bajarî hatibû ragehandin radibe.

Derbarê vê yekê Parêzgarê Şirnexê di daxuyaniyekê de ragehand ku, êdî ji set 5ê sibehê heta 10ê êvarî qedexeya ku, ji 14ê Adara borî ve bi armanca operasyonê li dijî PKK li ser bajarê Şirnexê hatî ragehandin wê radibe.

Piştî derkirina vê biryayrê welatiyên bajarê Şirnexê û derdora wê êdî dikarin vegerin malên xwe û ji nûve dest bi jiyana xwe bikin û bajarê xwe avabikin.

Di 8 mehên borî de yên qedexeya derketina derve li bajarê Şirinexê û berdewamiya operasyonên leşkerî li dijî gerîlayê PKKê gelek avahî, dibistan û dezgeh û xanî wêran bûne û pêwîstiya wan bi nûavakirinê heye.