6 hezar koçber ji Reqayê giheştine bajarokê Êyn Îsa
K24-Navenda Nûçeyan
Bi hezaran penaberên bakurê Reqayê ji destpêka operasyona rizgarkirina wî bajarî direvin û ber bi bajarokê Ên Îsa ve tên.Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) wan penaberan kom dikin û piştre wan bo gundan vedguhezin.
Li gor peyamnêrê K24ê li Bakurê Reqayê de 6 hezar welatiyên sivîl giheştine Êyn Îsa, li gor penaberan gelek zor û zehmetî ji çekdarên DAIŞê dîtin.