KCK: Tirkiyê dixwaze operasyonekê li Qendîlê pêk bîne

Da zanîn ku, Tevgera Azadiya Kurd çewan li Başûrê Kurdistanê li hemberî DAIŞ'ê şer kir, wê li hemberî vê jî şer bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu diyar kir ku Tirkiye dixwaze li dijî Qendîlê operasyonê pêk bîne.

Derbarê vê yekê Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di nivîsa xwe Yenî Ozgur Polîtîka de ragihand ku, Tirkiye dibêje yan hûnê teslîm bibin yan jî emê şer dijwartir bikin. Karasu anî ziman ku Tirkiyê li hemû aliyên Başûrê Kurdistanê hêzên xwe bicih kirine. Şerê dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd gihaye qonaxekî nû.

Karasu weke bersivek ji bo wezîrê navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soyle ev tişt anî ziman; Wezîrê Navxwe  diyar kir ku wê bikevin Qendîlê. Bi salane MHP banga vê yekê dike. Digot, êdî Qendîlê bêdeng bikin. Yek ji xalên MHP û AKPê li ser lihev kirine jî ev e.

Endamê Konseya Rêveberiya KCKê destnîşan kir ku AKPê xwest bikeve Mûsilê, lê nekarî. Niha jî dixwaze bi ketina di Qendîl û Şengalê de Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tevgera Azadiya Kurd çewan li Başûrê Kurdistanê li hemberî DAIŞ'ê şer kir, wê li hemberî vê jî şer bike.