Rojnamevanekî Amerîkî: Trump qehremaniya Pêşmerge dibîne

Serokê Encûmena Rêveberiya rojnameya “Washington Times” pesna rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de da û bi behlewan binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Rêveberiya rojnameya “Washington Times” pesna rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de da û bi behlewan binav kir.

Tom McDived di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re got: “Hilbijartina ku hefteya borî li Amerîka bi rê ve çûye, bûyereke girîng bû di dîroka Amerîka de. Hatina Komariyan bo desthilata Amerîka dê guhartinine mezin encam dibe, ji ber ku Komarî niha li Koşka Spî û Kongressê desthiladar in.”

McDived aşkere dike, serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump guhartinên baş li Rojhilata Navîn dike û bi taybet jî derbarê şerê DAIŞê de. Siyaseya  Amerîka di 8 salên borî de lawaz û aloz bû.”

McDived amaje bi hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê kir û ji ber cîhanê ve şerê terorê dike û bi behlewan binav kir.