Tirkiye deriyekî sînorî bi Sûriyê re digire

Hikûmeta Tirkiyê deriyê sînorî yê bi navê Oncupinar beramberî deriyê Bab El-Selame li Sûriyê girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê deriyê sînorî yê bi navê Oncupinar beramberî deriyê Bab El-Selame li Sûriyê girt.

Deriyê Oncupinar ku riya sereke ya çûnûhatina opozîsyona Sûriyê ye, li gor çavkaniyên ji hikûmeta Tirkiyê ku, girtina derî hat, piştî destpêkirina şer û pevçûnan nizîkî bajarê Kilîsê li nêzîkî sînorê Sûriyê.

Tê zanîn ew derî jî nizîkî bajarê Ezazê ye, dikeve di navbera Efrîn û Kobanê de. Herwiha dibin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike.

Tirkiyê rê nade ku, ew bajar ji aliyê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ve bê kontrolkirin.

Fermandarekî ji bajarê Ezazê bi navê Îsmaîl Cetaklî ragihand, girtina derî, qedexekirina derbaskirina alîkariyên mirovî û rawestandina tevgera bazirganiyê li xwe digire .