Siyasetmedarên Rojava navçeya Tampon a Tirkiyê dinerxîn in

Kurên Rojava ji wê navçeyê dilgiran in.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Hêzên dijberiya Sûriyê yên ku artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dike,heta niha nêzî 140  cih li bakurê Helebê control kirine bi rûbera nêzî1500 k.m çargoşe.Li gor daxuyaniyên berpirsên Hikûmeta Tirkiyê biryare devereke aram di navbera kobanê û Efrînê de were avakirin.

Serkirdeyên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, armanca Tirkiyê hêviyên kurdan bi avakirina dewleteke kurdî yanjî sîstemeke fedral ku mafê gelê kurd têde parastî be têkbibe.

Artêşa Tirrkiyê di rêya piştevaniya hin girûpên çekdar dibin navê artêşa azad û opozosyona Sûriyê de,dixwaze li devera Cerabuls û Izazê li bakurê bajarê Helebê,dibin sîwaneke navnetewî de devera tampon ava bike bi behaneya paqij kirina devera rojavayê çemê ferêt ji terorîstan.Hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku armanca Tirkiyê dagirkirina xaka rojava û bakurê Sûriyê ye bi piştevaniya hin dewletên herêmî û navdewletî.

zêdeyî 4 salane hikûmeta Tirkiyê dixwaze deverke aram li bakurê Sûriyê avabike, bi armanca parastina ewlehiya Tirkiyê ji terorê,û rawestandina pêla koçberiyê ku, ta niha nêzî 3 milyon welatiyên Sûriyê li Tirkiyê cih digrin,herweha paqijkirina xêza sînorî ji çekdarên DAIŞê.

fermandarên yekîneyên parastina gel YPG tekez dikin ku, armanca Tirkiyê rawestandina pirojeya gihandina kobanê bi efrînê ve ji aliyê hêzên kurdî ve.