Hejmarek ji endamên PDK-Sê hatin binçavkirin

Asayişa Rojava hejmarek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê, Amûde, gundê Xane Serê û gundê Dîrona Axê ya ser bi Girkê legê ve desteser dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava hejmarek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê, Amûde, gundê Xane Serê û gundê Dîrona Axê ya ser bi Girkê legê ve desteser dike.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, li Girkê Legê, Amûde, gundê Xane Serê û gundê Dîrona Axê ya ser bi Girkê legê ve hejmarek endamên PDK-Sê bi hinceta erkê xweparastinê hatin girtin û berve leşkergehên hêza erkê xweparastinê hatin birin.

Li gor peyamnêrê me diyar kiriye ku, kesên li gundê Dîrona Axê hatine girtin navên wan wiha ne, Mihemed Sebah Mela Ebdilkerîm, Mihemed Şerîf Yûsif, Remezan Ebdulah û Cemîl Koro.

Li Girkê Legê jî Seîd Remo hate girin. Li Amûdê jî, Serokê Xwecihiya ENKSê û endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Mihemed Kurimî. Herwiha li gundê xane Serê jî Emîn Mihemed hatin girtin.