Bi belge.. DAIŞ nahêle çekdarên wê teqe li firokeyan bikin

Belgeyek ji dezgeha bi navê “Dîwan El-Cund” ya DAIŞê derketiye û arasteyî çekdarên xwe kiriye, tê de ji çekdaran tê xwastin ku nabe bi çi awayekî be, teqe li firokeyan bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Belgeyek ji dezgeha bi navê “Dîwan El-Cund” ya DAIŞê derketiye û arasteyî çekdarên xwe kiriye, tê de ji çekdaran tê xwastin ku nabe bi çi awayekî be, teqe li firokeyan bê kirin.

Ajansa “Sputnik” wêneya belgenameyeka DAIŞê belav kir, ku ew belgename bi dîwarê dezgeha bi navê “Dîwana El-Cund” li bajarokê Qereqoş ya Xiristiyanînişîn li navenda qezaya Hemdaniyê ve daliqandî bû.

Di wê belgenameyê de ku ji 2 rûpelan pêk tê, di yekê de bi aşkere daxwaz ji çekdaran hatiye kirin, ku qedexe ye bi çi awayekî teqe li firokeyan bê kirin, heger bilindahiya wan firokeyan çend be jî û heta heger ew firoke li ser banê avahiyê jî bine.

Ew ferokeyên ku li asmana bajarê Mûsilê difirin, tenê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne, pêgeh û navendên wan çekdaran bombebaran dikin.