Malbata Şehîdê Pêşmerge Sîpan: Em şanaz in
K24 – Dirbêsiyê
Merasîma veşartina şehîdê Pêşmerge Sîpan Sîno li bajarê xwe Dirbêsiyê bi hezaran kes û alaya Kurdistanê birêve çû. Malbata Sîno ku ew bi xwe şînyên bajarê Dirbêsiyê ne li Rojavayê Kurdistanê, şanaziyê bi şehîdê xwe yê Pêşmerge Sîpan dikin ku, li Başûrê Kurdistanê di dema erkê xwe de şehîd bûye.
Roja 12 Mijdarê, çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê yên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.