Hevşaredarên Dêrsimê û Sêrtê yên DBP hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokên şaredariya Dêrsimê yên DBPê Mehmet Ali Bul û Nurhayat Altun, herwiha hevserokê şaredariya Sêrtê ji aliyê Polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gor medyaya Tirkiyê di çarçoveya rewşa awarte de û lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê Polîsan ser bi malên her du hevserokên DBPê Mehmet Ali Bul û Nurhayat Altun girt û ew binçav kirin.
Di heman demê de îro danê sibehê Polîsên Tirkiyê hevserokê şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan girt û ew desterekirin. Herwiha di wê operasyonê de Mistefa Taşkale, Serokê Şaxa Dêrsimê Partiya Kedê (EMEP) hat binçavkirin.