Sibe mezintirîn heyv diyar bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe heyv bi rêjeya ji sedî 30 ji qebareya niha mezintir li asmanê Amerîka derdikeve.
Ajansa Nasa belav kir, tê pêşbînî kirin, şeva bê demjimêr 8: 52 bi dema rojhilata Amerîkayê piştî derbasbûna bi dehan salan, heyv wê bi mezintirîn qebareya xwe li asmanê diyar bibe.
Nasa xuya kir, piştî sala 1948an, ev yekem car e heyv bi vî awayî ji hesareya erdê nêzîk dibe. Herwiha dê şeva 25 Mijdara 2034 jî dîsa wisa bibe.